200 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li gel êrîşên asmanî yên Rûsî li ser herêma Ebyen li gundewarê Helebê yê rojavayî, 200 maşîneyên leşkerî yên nû ji aliyê dewleta Tirk ve, derbasî Idlibê bûn. 

Çavdêriya Sûrî ragihand ku duh êvarî karwaneke ji leşkerên Tirk ji dergeha Kefer Losîn derbasî herêma qaşo “bêçek” bû.
Li gorî Çavdêriyê, artêşa Tirk navendeke leşkerî nû li ser rêya el-Cîna- Etarib li rojavayê Helebê jî ava dike.
Ji 2yê Sibatê û heya niha hezar û 650 kamyon û maşînyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.
Jimara leşkerên dewleta tirk yên li Idlib û Helebê belav bûne gihaşt 6 hezar û 500î.
Back to top button