Malbata dag û er wê biryara dadgeha Hewlêrê red bikin

Duh dadgeha 2. ya Cezayên Giran li Hewlêrê biryara darvekirina Mazlum Dag û Mehmed Er bi hinceta kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kosa birî, malbata Dag û Er wê biryara dadgehê red bikin.

Duh dadgeha Hewlêrê biryara bi darvekirinê li Mazlum Dag û Mihemed Er bi hinceta kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kosa birî.

Ajansa Roj News ragihand ku wê malbata Dag û Er îtiraza biryara dadgehê bikin û daxwaziya derbaskirina biryarê di ber çavan re bikin.

Rêvebirê MÎT’ê Osman Kose yê ku destê wî di şehîdxistina pêşengên Kurd, Diyar Xerîb, Zekî Şengalî û her wekî din gelek siyasetmedar û şoreşgerê Kurd hebû.

Hêjayê bi bîrxistinê ye roja ku ev bûyer qewimî heta niha dewleta Tirk yekser bixwe vê bûyerê rêve dibe û zextê hikûmeta başûrê Kurdistanê dike da ku kesên hatine girtin radestî wî bikin.

Back to top button