Hêzên NATO li dijî Rûsyayê dikevin tevgerê

Hêzên NATO li dijî artêşa Rûsya ya li ser sînorê Ûkrayna bicih bûye dikeve tevgerê. Fermandariya vê hêza dijberiya Rûsyayê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî ji ber aloziya Ûkrayna ragihand ku her diçe fikar zêde dibin û got, daxwazên ku Rûsya ji NATO’yê dike ne pêkane bicih werin.

Artêşa Rûsyayê ku bi ti awayî guh neda hişyariyên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê, hêzên xwe li ser sînorê Ukraine bicih kirine.

Ev yek jî bû sedem ku di navbera NATO û Moskoyê de alozî zêde bibe.

Rojnameyha Alman Welt îdîa kir ku NATO li dijî Rûsyayê gava pêşî ya ber biçav avê û ev agahî parve kirin:
Hêza Kirîzê ya girêdayî NATO’yî xwe ji bo destwerdana lezgîn li dijî Rûsyayê amade kiriye.

Li gorî rojnameyê hêza NATO’yê wê di nava 5 rojan de li herêma aloziyê bicih bibe.
Hêza Kirîzê ku ji bi destwerdana lezgîn hatiye avakirin, vê gavê fermandariya wê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin.

Ev hêz ji 40 hezar leşkerên endamên NATO’yê pêk tê û piştî êrişa li dijş Kirimê hatibû sazkirin.

Almanya: Her ku diçe fikar zêde dibin

Di vê navberê de Almanyayê hişyar kir ku ji ber aloziya Ukraîne fikarên Yekîtiya Ewrûpayê zêde dibin.

Wezîra Parastinê Annalena Baerbock doh li Berlînê li gel hempîşeyê xwe ê Luksemburgê Jean Asselborn hevdîtin pêk anî.

Di rojeva herdû wezîran de aloziya NATO û Rûsyayê hebû.

Annalena Baerbock rewşa heyî weke “fikara mezin” binav kir û got,

Daxwazên ku Mosko ji NATO dike bê bingehin.

Eşkereye ku ji bilî diyalogê ti rêyên din ên çareseriyê tine ne.

Back to top button