Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amedekarî û pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin.
Îro li gelek deverên herêmê şahî hatin lidarxistin û amedakarî hatin kirin.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyan Newroza 2022’an tê pîrozkirin.
Di vê çarçoveyê de, îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi hevkariya Komeleya Amal şahiyek ji hevjînên şehîdan re li dar xist.
Bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan jî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de gelek stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Li aliyekî din jî, Meclisa kantona Hesekê li hemû bajar û navçeyên kantonê pêngavên paqijkirinê li dar xist.
Her wiha bi heman armancê şêniyên navçeya Tirbespiyê pêngava paqijkirina Bendava Mizgefê û derdora çem da destpêkirin.
Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo endamên komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê, li gundê Wanik ê Dêrikê qada pîrozbahiyê xemiland.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li dibistana gundê Iwêna yê navçeya Qenaya yê Kobanê şahiyek li dar xist.
Li Eyn Îsa Komîteya Ciwanan a Meclisa Girê Spî şahiyek li dar xist.
Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û gundên wê her wiha koçberên Girê Spî beşdarî şahiyê bûn.
Koma Hîlala Zêrîn a Stranan, koma Şehîd Yekta, Koma dibistana Şehîd Îsmaîl El-Hemed, du komên folklora Ereb, hunerên xwe pêşkêş kirin.