Tevgera Azadî welatiyên Silêmaniyê vexwendin Newroza Qendîlê

Tevgera Azadî jî li Silêmaniyê bi belavkirina belavokan welatî vexwendin pîrozbahiya Newroza Qendîlê. Melayên olî yên Başûr jî bang li herkesê kirin da ku di Newrozê de bibin yek.

Tevgera Azadî li Silêmaniyê bi belavkirina vexwendnameyan li kolan û li ser riyan, welatî vexwendin pîrozbahiya Newroza Qendîlê.

Wê pîrozbahiya Binarê Qendîlê di 21’ê Adarê di saet 11.30’an de bi dirûşmeya, ‘Dem dema Azadiyê ye’ were pîrozkirin.

Melayên Soran: Bila Newroz ji bo Kurdan bibe wesîleya yekîtiyê

Bi vê boneyê Melayên olî yên Îdareya Soran jî peyama yekîtiyê dan.

Mela Mehmud Mihemed got: “Newroz roja li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurd e. Piştî Newrozê meha remezanê tê, ji bo vê bang li hemû kesên tevlîheviyê di nava Kurdan de çêdikin, tobe bikin û yekîtiya netewî biparêzin.”

Senger Ebdulqadir jî got: “Dema berê de Newroz dihat, tirs diket nava hêzên sitemkar û dagirkeran. Divê gelê Kurd bi taybet aliyên siyasî, li dijî dagirkeran, bibin yek.”

Back to top button