Li bajarê Ezazê ya girêdayî Helebê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de, şer û pevçûn di navbera welatî û artêşa Tirk de pêk hatin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di saetên şevê de li bajarê Ezazê ji ber pêlêkirina zarokekî ji aliyê erebeyeke dagirkeriyê ve, şer û pevçûn navbera welatî û artêşa Tirk de derketiye.
Li gorî agahiyan naverasta şer li çarxeriya Sicû ye.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Tirk û çeteyê wê hêzên xwe li herêmê zêde dike.