Rûsya, Amerîka û Fransa banga rawestandina şerê li Qerebaxê kir

Şerê li herêma Qerebax, di navbera Ermenistan û Azerbycanê de dewam dike.
Rûsya, Amerîka û Fransa bang li her du aliyê şer kir ku yekser şer rawestînin.
Tirkiye û Îran jî, Ermenistan bi welatê dagirker bi nav kir û bang lê kir ku hêzên xwe ji Qerebaxê vekişîne.

Bi dewamkirina şerê li Qerebaxê re, Rûsya, Amerîka û Fransa bi daxuyaniyeke hevbeş, banga lezgîn a rawestandina şer li Ermenistan û Azerbycanê kir.

Wezîrên Derve yên hersê welatên ku serkêşiya grûpa Minsk dikin, di daxuyaniyê de, şerê li Qerebaxê şermezar kir û teqez kir ku ev şer gefê li aramiya tevahiya herêmê dixwe.

Rûsya bang li herdu aliyan kir ku şer rawestînin

Di heman çarçoveyê de, serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bi rêya telefonê, pêşketinên li herêma Qerebaxê, bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Başinyan re guftûgo kir.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê, Putin di vê pêwendiyê de, teqezî li ser rawestandina şer kir, ku di encama wî de gelek sivîl bûne qurban.

Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsî Sergi Lavrov jî, di pêwendiyeke telefonî li gel hempîşeyê xwe yê Azerî Cîcon Pîramov de, banga rawestandina şer li herêma Qerebaxê ya binakok kir.

Aliyê Rûsî her wiha banga lidarxistina civînekê di navbera wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê de, bi beşdariya serokên grûpa Minsik kir.

Erdoganê dagirker banga vekişînê ji Ermenistanê dike

Ji aliyê xwe ve, serokkomarê Tirkiyê Erdogan ê ku ji ber dagirkeriya wî li Sûriye, Lîbya û Iraqê bi hezaran sivîl mirine û cih û warên xwe berdane, behsa dagirkeriya Ermenistanê dike.

Erdogan, di civîna xwe ya bi sekreterê NATO’yê Jens Stoltinburg re, banga vekişandina hêzên Ermenistanê ji herêmên Azerbeycanê yên ku dagir kirine kir.

Îran: Divê Ermenistan hêza xwe ji Qerebaxê vekişîne

Her wiha Îran jî, ku bela xwe firotiya tevahiya welatên herêmê, Ermenistan bi welatê dagirker pênase kir.

Şêwermendê Rêberê Îranê yê karûbarên navdewletî Elî Ekber Wîlayetî di hevpeyvîneke rojnamevanî de got:

Ermenistanê parçeyek xaka Azerbeycanê dagir kiriye û divê yekser hêzên xwe vekişîne.

Wîlayetî bang li Tirkiyê jî kir ku alîkariya Azerbeycanê di rizgarkirina herêmên wê yên dagirkirî de, bike.

Herêma Qerebax di şerên salên 1992-1994’an de, ji destê Azerbeycanê derketibû û Azerbeycan, bi sorkirina dewleta Tirk, dixwaze vê herêmê vegerîne jêr kontrola xwe.

Back to top button