Fewzî Şengalî: Daxwaza Tirkiyê veşartina nakokiyên xwe yên hundir e

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî der barê gefên dewleta Tirk li ser herêmê de ji Ronahî TV re axivî. Fewzî Şengalî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van gefan, qirkirina Kurdan û destkeftiyên wan e û hêvî ji hêzên navneteweyî kir ku dawiyê li van kirinan bînin..

Dewleta Tirk a dagirker, careke din gefên dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar, li hemeberî vê yekê jî hêzên neavnetwî bêdeng in.

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî derbarê gefan de, tev li bernameya Bûyer a televizyona me bû û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van gefan, firehkirina damografiya xwe û qirkilrina gelê Kurd e.

Fewzî Şengalî destnîşan kir ku dewleta Tirk dema li ser çi maseya danûstandinê rûdinê, daxwaza wê ya sereke hilweşandina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê ye.

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê anî ziman ku Tirkiyê dixwaze bi rêya nakokiyên ku li Rojhilata Navîn diqewemin, destwerdana xwe fireh bike û nakokiyên xwe yê hundir veşêre.

Fewzî Şengalî teqez kir ku aloziyê Sûrî tenê bi rêya diyaloga Sûrî -Sûrî wê were çareserkirin.

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê di dawiyê de hêvî kir ku hêzên navdewletwî û bi taybet NY sînorekî li hember van kirinên Tirkiyê deyîne.

Back to top button