Rêveberiya Xweser deriyê gilîkirinê li pêş gel vedike

Ji bo gilî û gazinên gel bighêjin cihê pêwendîdar, Rêveberiya Xweser pirogiramek li ser malpera xwe ya fermî vekiriye û her kes dikare gazinên xwe bişîne ser.

Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê destpêka sala 2023yan sîstemek hemahengiyê li pêşiya gel danî daku ew jî bibe xwedî rol.

Çimkî gelek kes gilî û dozên wan nediçûn serî, her wiha rexne u pêşinyarên civakê jî ji ber rewşa awarte ya şer û kirîzên cûda nedigihan aliyên pêwndîdar, ev gav hat avêtin.

Bi dehan gilih û pêşinyar di riya vî pirogramê li ser sayita rêveberiya cizîrê hatin wergirtin û ji bo sazî û desteyên rêveberiyê hat şandin.

Ev sîstem ne tenê doz û pêşinyarên li herêma cizîrê dihewîne, lê belê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî ye..

Back to top button