Zaroka bi navê Rona Egîd ya 12 salî bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneke zarokan li Qamişlo vekir.
Ev pirtûkxane bi armanca nêzîkbûna zarokan ji zimanê dayikê û xurtkirina çanda xwendinê li gel wan hat vekirin.
Pirtûkxane di nava xwe de 95 pirtûkên zarokan ên cur be cur bi zimanê kurdî, erebî û Inglîzî hildigire.
Di merasîmê vekirinê de hezkiriyên wêjeyê, zarok û malbatên xwe jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Li wir pirtûk weke diyarî ji bo zarokan hatin belavkirin.