Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di meha xwe ya 4’an de ye.
Şeva Yelda ya bi şahî û pîrozbahiyan hertim derbas dibû, îsal veguherî merasîma bîranînê.
Malbatên girtiyan careke din bang li hêzên navnetewî kirin ku ji bo berdana gitiyan zextê li deshilata Îranê bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya 16’ê Îlonê despêkirî di meha xwe ya 4’an de ye.

Şeva Yelda li ser gorên xwepêşandêran derbas kirin

Di şeva Yelda ku şeva herî dirêj a salê ye, kesên di serhildanê de hatine kuştin, hatin bîranîn û gul danîn li ser gora wan.

Herwiha çalakgeran nerazîbûn nîşan dan û gtin:

“Her şev dirêjtirîn şeva salê ye û li benda hilhatina roja azadiyê ne.”

Duh di roja sêyemîna greva giştî de, li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikan hatin girtin.

Herwiha li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, li bajarê Sine û Seqizê xwepêşanderan bi girtina rêyan, dirûşmegotin.

Li Kirmaşanê xwendekarên keç bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” daketin daketin qadan û meşiyan.

Li dibistanek Sineyê jî xwendekarên keç kesên di serhildanê de hatine kuştin bibîr anîn.

Bi dîmenekê dayik û bavê Purya Cewahirî ya ji aliyê deshilata Îranê ve hatî girtin bang li raya giştî û rêxistinên navneteweyî kirin ku zextê li ser rêveberiya Tehranê bikin.

Purya Cewahirî yek ji girtiyên li bajarê Kamîran ê Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi îdiaya, “Şerê li dijî Xweda” ji aliyê deshilata Îranê ve tê sûcdarkirin.

Şeva Yelda veguherî merasîma bîranînê

Li Îranê jî bi boneya Şeva Yelda gorên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, bi gulan hatin xemilandin.

Li hinek herêmên Tehranê bi tevlîbûna jin û ciwanan meş û çalakî pêk hatin.

Di xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnên li dijî desthildar û dayîna cezayê darvekirinê de, dirûşmeyên cuda hatin gotin û daxwaza berdana kesên hatine girtin kirin.

Back to top button