Meclisa Jinan a PYD’ê li herêma Şehbayê bi boneya salvegear Şoreşa 19’ê Tîrmehê panelek li dar xist.
Beşdaran diyar kirin ku şoreş li hember siyasetên Peymana Lozanê bûye bersiv û dê di sedsala pêş de daxwazên azadî û demokrasî yên gelê herêmê bi ser bikevin.
Panel bi dirûşmeya “Bi rihê jinên berxwedêr û vîna gelên şoreşger, em ê asta Şoreşa 19’ê Tîrmehê bilind bikin” hat lidarxistin.
Di panelê de kesên axivîn diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gel e û gotin:
Gel bi şoreşê re dest pê kir, xwe di nava şoreşê de bi rêxistin kir.
Jin bingeha Şoreşa Rojava bûn û di nava şoreşê de gavên mezin avêtin.
Beşdaran diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî siyasetên Lozanê bûye bersiv.
Doh jî Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê û Komîteya Jinan a PYD’ê li navçeya Girkê Legê bi heman armancê civînên cuda li dar xistin.
Di civînan de Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîroz kirin û tekezî bi pêşxistina kar û xebatan li dijî henmû hewldanên li dijî şoreşê hat kirin.