Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, 18’ê tîrmehê pêngava hashtagê dide destpêkirin.
Rêveberiya xweser li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Rêveberiyê 11’emîn Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevehî gelên Bakur û rojhilatê Sûrî pîroz kir.
Rêveberiyê Xweser bang civaka Navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku ji bo naskirina fedakariyên gelê herêmê û naskirina Rêveberiya Xweser ku îradeya azad a gel temsîl dike, bixebitin.
Her wiha Rêveberiyê ragihand ku ew di salvegera şoreşê de dê roja 18’ê Tîrmehê saet di 20:00`an de li gorî dema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngava hashtagê bidin destpêkirin.
Rêveberiyê Bang li gelê herêmê û raya giştî kir ku bi awayekî aktîf beşdarî vê pêngavê bibin.