Eyn Îsa-Gefên li dijî Rêber Apo bi meşekê hat şermezar kirin

Tecrîd û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê li navçeya Eyn Îsayê hatin şermezarkirin.

Gefên li ser jiyana Rêber Apo û tecrîda girankirî ji aliyê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ve rastî nerazîbûnan tê.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi meşekê tecrîd û nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk radestî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şênî ji pêşiya mizgefa Mezin heta çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan.

Di çalakiyê de kesên axivîn rûreşiya hêzên navneteweyî ku îdiaya edaletê dikin şermezar kirin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakiya kon a Helebê di roja 2’yan de didome

Back to top button