Amerîka sîstema patriota dişîne Ukrayna

Rûsya ji serdana Serokomarê Ukrayna Zelensky ya bo Waşîngtonê nerehet e.
Yek ji daxwaza sereke ya Zelensky ji Amerîka, sîstema parastina asmanî Patriot bûn.
Amerîka ji bo vê wê bi nirxê mîlyarek û 850 mîlyon dolar alîkariyek zêdetir bû Kîevê bike.
Rûsya jî dibêje ev yek wê şerê heyî gurtir bike.

Mîna welatên Rojava, Rûsya jî Serdana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ya bo Waşîngtonê ji nêz ve şopand.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ê bi nirxê 1 mîlyar û 850 mîlyon dolar çek û alavên leşkerî bidin Ukraynayê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji depoyên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê mîlyarek dolar alîkariya zêde tê dayîn.

Di nav çekên ku bên şandin de jî pergala parastina asmanî Patriotê jî heye.

850 mîlyon dolar ji pakêta ku wê bi fonên Înîsiyatîfa Alîkariya Ewlekariya Ukraynayê were fînansekirin.

Ev yek jî wê ji bo fînansekirina pergalên ragihandinê yên satelîtê yên li Ukraynayê were bikar anîn.

Di nav van pergalan de termînalên SpaceX Starlink hene ku Elon Musk şandiye Ukraynayê.

Koşka Spî berî hevdîtina Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li Washingtonê pakêta leşkerî ya nû ji raya giştî re ragihand.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken got:

“Dikarin li moşekên serhev tên avêtin, moşekên balîstîk ên menzîla kurt û helîkopteran bixin.”

Hate diyarkirin ku Patriot pergala herî pêşketî ya mûşekî ya erd-asîmaniye ku heta niha welatên Rojavayî şandiye Ukrayna.

Ev sîstem ji bo Ukraynayê ji êrişên hewayî yên Rûsyayê biparêze girîng in.

Ji Rûsya hişyarî

Kremlînê doh têkildarî çekên Waşîngton bo Ukrayna dişîne hişyarî da.

Koşka Kremlînê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got:

“Ev yek wê bibe sedem ku Kîev şer dijwartir bike û wê encamên baş dernekeve.”

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Biden jî dibêje, leşkerên Ukraynî yên ji bo perwerdeya Patriotan wê li welateke sêyemîn werin perwerdekirin.

Berdevkê hikûmeta Alman Steffen Hebestreit berê gotibû Berlîn dikare ser perwerdeya Patriotan rol bileyîze.

Welatên rojavayî dinirxînin ku şandina çekên pêşketîtir bo Ukraynayê wê bibe sedema encamên hîn baştir bidest bixin.

Putin: Moskow di şerê li Ukrayna de biser ket

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doh got;

Tevî pêşketinên li ser rûyê erdê, ez bawerim Moskow di şerê Ukraynayê de bi ser ket.

Back to top button