Zelensky piştî 10 mehan ji welat derket

Piştî şerê 10 mehan li welat cara yekem serokomarê Ukrayna Zelensky ji welat derket.
Zelensky di serdana xwe ya li Waşîngtonê de bi serokê Amerîka Biden re civiya û got:
Alîkariya ku Amerîka bo wan dike, ne xêrxwazî ​​lê berhem anîneke di ewlehiya cîhanî de ye”
Biden û Kongresa welat jî soza domandina piştevaniya bo Ukrayna kirin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye, di axaftina xwe ya li Kongreya Amerîkayê da diyar kir ku welatê wî “tu carî teslîmî êrîşên Rûsyayê nabe.”

Volodymyr Zelensky banga alîkariya zêdetir kir û teqez kir ku ew “ne xêrxwazî lê berhemanîneke di ewlehiya cîhanî de” dixwazin.

Zelensky piştî êrişa Rûsya 24’ê Sibatê dayî despkirin û heta niha cara yekem ji welat derdikeve.

Zelensky û Biden civiyan

Berî axaftina xwe ya li Kongreyê, lîderê Ukraynayê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin kir.

Tam 300 roj piştî destpêkirina êrişa Rûsyayê, her du meclîsên parlamentoya Amerîkayê ji bo axaftina Zelensky di civîneke hevpar de civiyan.

Zelensky ji kongreya Amerîkayê re axivî

Endamên Kongres û Meclisan Nûneran bi çepikan Zelenksy pêşwazî kirin.

Zelensky di axaftina xwe ya li wir de got:

“Berevajî hemû pêşbîniyên tarî, Ukrayna neket.

Ukrayna sax e û şer dike.”

Serokomarê Ukraynayê bi cileke kamûflajê derket ser dîka axaftinê û ji ber piştgiriya Amerîkayê ya di têkoşîna li dijî êrîşên Rûsyayê de spasiya wê kir.

Volodymyr Zelensky got:

“Pereyê we ne xêrxwazî ​​ye, ew berhem anîneke ji bo ewlekarî û demokrasiya cîhanî.

Em ê bi awayê herî berpirsiyar binirxînin.”

Zelenskiy destnîşan kir ku ji bo leşkerên Rûsyayê ji Ukraynayê derxîne pêwîstiya artêşa wî bi çekan heye.

Zelensky ala Ukrayna diyarî kongreyê kir

Piştre, Zelensky ala Ukraynayê pêşkêşî Kongresa Amerîkî kir ku ew ala ji aliyê leşkerên li bajarê Bahmutê şer dikin, ku şerekî dijwar lê diqewime, îmze kiribû.

Serokê Ukraynayê beriya axaftina xwe ya li Kongreyê li Koşka Spî bi Biden re hevdîtin kir.

Biden: Em ê Ukrayna bi tenê nehêlîn

Di hevdîtina dualî de, Biden destnîşan kir ku piştgiriya Amerîka û welatên rojava wê dewam bike.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku piştî hevdîtinê hat lidarxistin de, Biden piştgiriya xwe ya ji bo gelê Ukraynayê anî ziman û got,

“Hûn tu carî bi tenê nabin.

Çiqas dirêj dibe bila bibe em ê li kêleka we bin.”

Back to top button