Li Çilaxa rewşa jinan di şerên heyî de hat nîqaşkirin

Jinên li navçeya Çilaxa rewşa jinan di şerê navbera pergalên demkratîk û kapîtalîst de, nîqaş kirin.

Kongra Star a kantona Qamişlo, ji bo nîqaşkirina astengiyên li pêşiya jinan, rêbazên hişyarkirina wê ji xetere û bandorên şerê taybet li ser jinan, civînan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star îro li navçeya ÇilAxa civînek bi beşdariya bi dehan jinan, li dar xist.

Di civînê de, Endama Rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Zeyneb Mihemed rewşa siyasî ya herêmê û bandorên wê li ser rewşa jinan şîrove kir.

Zeyneb destnîşan kir ku ev şer bandorê li rewşa jinan dike û wiha domand:

Pergala kapîtalîst şerê tabyet li dijî jinan meşand. Ji bo ku jin ji bandorên vî şerî xilas bibin, divê jin yekitiya xwe xurt bikin.

Endama Koordînsayona Kongra Star a kantona Qamişlo Nisrîn Belko jî destnîşan kir ku di rêgirtina li pêşiya siyasetên li dijî şoreşa jinan de, rola Kongra Star girîng e.

Ddawiyê, beşdaran diyar kirin ku gelek girîng e jin xwe li gor ramanê Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin, rola komînan di hişyarkirin û perwerdekirina civakan, bidin nasandin.

Back to top button