Vîrûsa Corona, Tirkiye jî daye ber xwe û her roj jimara qurban û kesên pêdikevin zêdetir dibe. Herî dawî 119 kes bi vîrûsê mirin û bi vê yekê jimara giştî qurbanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibe 2 hezar û 259.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku “di 24 saetên dawî de, 119 kesên din jiyana xwe ji dest da û 4 hezar 611 kes bi vîrûsê ketin”.
Jimara nexweşan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû 95 hezar û 591 kes.
Ji nişkê ve, bilindbûna van jimaran, hem a qurbanan hem jî a pêketiyan, rewşa xerab a Tirkiyê eşkere dike.
Nemaze, Tirkiyê di milê pêketiyan de, da pêşiya Çîn û Îranê û ew derbas kirin.