Bi 64 girtiyên Girtîgeha buca re, vîrûsa Corona derket

Di vê reşwa heyî de, fikarên her kesî li ser rewşa girtiyan zêde dibin. Nexasim ji bo wan ti tedbîr nehatin girtin. Ji ber xemsariya hikumetê, hat ragihandin ku li Girtigeha Buca a Izmîrê di testa 64 girtiyan de, vîrûsa Corona hatiye dîtin û her 64 girtî bi vîrûsê ketine.

Ev agahî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê hat eşkerekirin.

Li Girtîgeha Bûca, piştî testa girtî H . A ya di 13’ê Nîsane de, ku hat diyarkirin ew bi vîrûsê ketiye, test êdî li giştî girtîgehê hatin kirin.

Dozgeriyê diyar kir ku “di testa 64 girtiyên din ên nêzî H.A. re jî, vîrûs hatiye dîtin.

 

Back to top button