HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Artêşa Tirk a dagirker ku rojane li hemberî berxwedana gerîla têk diçe her cure çekên qedexekirî bikartîne.
HPG’ê diyar kir dagirker careke din 6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 15’ê Îlonê li Girê Amediyê a herêma Metîna tîmên bi tevger 2 dro xistin xwarê ku li ser qadê digeriyan.

Heman rojê dîsa li Girê Amediyê tîmên bi tevger bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

16’ê Îlonê jî dîsa li Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger 60 kîlo teqemenî rûxandin ku dagirkeran bi armanca bombebarankirina çeperên şer amadekiribûn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer û 40 caran jî bi helîkopteran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button