UNESCO diyar kir ku li tevahiya cîhanê, 800 milyon zarok kompîtir û înternetê wan tune ne, ev yek jî bandorek neyînî li perwerdeya xwendekaran dike.
Ji ber vîrûsa Coronayê, hemû welatên ku ev vîrûs lê heye perwerdeyên xwe rawestandine û li malan bi rêya enternet û komputeran berwerdeyê dibînin.
Der barê vê mijarê de, Komîsyona Perwerdehî û Zanînê ya NY (UNESCO) lêkolînek kir û got:
Di herdu mehên dawî de, li hemû cîhanê milyarek û 600 milyon zarok û ciwan li malê perwerdeya xwe didomînin.
Li gorî UNESCO’yê, 800 milyon xwendekar, bê komputer in û ev jî, ji bo perwerdeya ji dûr ve dibe zehmetiyeke mezin.