Kurdistaniyên li Kantona Bernê ya Swîsra jî hatin ba hev.
Dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî şermezarkirin kir û gotin:
“Divê dinya dengê xwe ji vê qirkeriyê re bike.”
Kurdistaniyan, pankartên li ser “Dorpêçkirina Mexmûrê, dorpêçkirina mirovahiyê ye”, berz kir.
Hevserokê Komeleya Çandê ya Kurd a Bernê Bûrhan Karakoç pêşiyê axivî.
Karakoç destnîşan kir ku dorpêçkirina Mexmûrê ne birasthatinî ye û got:
“Dewleta Tirk û dewletên Ereb, di vê dorpêçkirinê de bi bi hev re tevdigerin. ”
Karakoç destnîşan kir ku dewleta Tirk gefan li Iraqê dixwe ku wê avê nede.
Siyasetmedar Mûstafa Karahan ku bi pişt re axivî, got:
“Dorpêçkirina Mexmûrê berdewamiya êrîşên qirkirinê yên sedsalê ne.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.
Ciwanên Şengalê bi meşekê girseyî berxwedana Mexmûrê silav kirin