“Tevî têbiniyan însyatîf dikare bibe rêgezên di ser destûrê re”

Muxalifê sûriyeyî Mistefa Qelecî destnîşan kir ku projeyên domdar ên dagirkirinê hene û got:
“Çareseriya yekane, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ye.
Tevî têbiniyên li ser Însyatîfa Rêveberiya Xweser, lê dikarin bibin rêgezên di ser destûrê re.”

Muxalifê sûriyeyî û sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketina Sûriyeyî Mustefa Qelecî got:

“Li ser asta herêmî û navneteweyî, li herêmê bûyer bi lez rû didin.

Hemû dixwazin ji xwe re cihekî peyda bikin.

Bi rêya wê berjewendiya xwe pêk bînin.”

Niyetên Tirkiyeyê diyar in, ew dev ji projeya xwe ya tirkirina bakur rojavayê Sûriyeyê bernade.”

Der barê Însyatîfa Rêveberiya Xweser de, Qelecî ev yek anî ziman:

“Me dixweset ku Însyatîf ji vê zûtir bihata pêşkêşkirin.

Tevî têbiniyên li ser Însyatîfa Rêveberiya Xweser, lê dikarin bibin rêgezên di ser destûrê re.”

Der barê vegerandina Şamê li Komkara Dewletên Ereb de Qelecî got:

“Ev mijar divê li gorî çareseriya sûriyeyî be.

Bingeha wê diyaloga cidî û rastîn di navbera sûriyeyiyan de be.”

Back to top button