Hiqûqnasên herêmê destnîşan kir ku ew ê doza Rêber Apo bikin dozeke cîhanî.
Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nisrîn Osman tecrîda li ser Rêbrt Apo şermezar kir û got:
“Ev tecrîd pîvan û qanûnên mafên girtiyên siyasî yên navneteweyî binpê dike.
CPT’ê jî êdî ketiye bin bandora siyasetên dewleta Tirk.
Ji ber ku ew xwedî li berpirsiyarî û erkdariya xwe dernakeve.”
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê Eladîn El Xalid jî got:
Rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî bêdeng in.
Ji ber ku berjewendiyên navneteweyî di ser qanûnên mirovî re tên girtin.
Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed El Neîmî jî got:
“Kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, li dijî qanûnên navnetweyî.”
Şêniyên Minbicê: Tecrîd, binpêkirina qanûn û peymanên navnetewî ye