Li Şehbayê tecrîda li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi çalakiyekê banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê jî tecrîda li dijî Rêber Apo şermazar kir.

Çalakiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ên bi armaca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde dibin.

Kongra Star û Hilala Zêrîn ya Efrîn û Şehbayê Bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiyek lidarxist.

Destpêka Çalakiyê daxuyaniyek ji aliyê endama Hilala Zêrîn Ronahî Şêxo ve hate xwendin.

Ronahî Şêxo diyar kir ku tecrîda giran ya li dijî rêber Apo ji bo qutkirin gel ji fikrên rêbertî tê kirin û ev bang li gel kir:

“Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di nava 4 rojên de 25 hezar belavok li şêniyan bên belav kirin û wê ev pêngav dewam bike.

Back to top button