“Teşhîrkirina pargala êşkenceyê ya li Îmraliyê erka rewşenbîran e”

Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermazar kir.
Mihemed Mesê tecrîd wekî qirkirina çandî û fikrî li dijî gelê Kurdistanê pênase kir.

Mihemed Mesê destnîşan kir ku tecîrda li ser Rêber Apo ne êşkenceya fîzîkî tenê ye û got:

“Lê belê li pişt tecrîdê armancên siyasî û planên xeternak hene.

Armanc ji van siyaset û planan tunekirina nasnameya çandî ya gelan bi taybetî ya gelê Kurd e.

Gelê Kurd ji dema derketina fikr û felsefeya Rêbertî ve bendê tirsê şikandiye..

Ji ber vê yekê yên ku xwedî li ramanê Rêbertî derketine teslîmgirtinê nas nakin.”

Mihemed Mesê bal kişand ser rewşenbîrên ku pişta xwe didin ajandeyên dijminên Kurdan û got:

“Divê rewşenbîrê Kurd sûcên dewleta Tirk li dijî Kurdan kirine, ji bîr nekin. Teşhîrkirina pergala êşkenceya li Îmraliyê erka rewşenbîran e”

Ciwanên Kurd ên li Almanyayê tecrîd şermezar kirin

Back to top button