Ciwanên Kurd ên li Almanyayê tecrîd şermezar kirin

Ciwanên kurd li Almanyayê bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyek lidarxistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li bajarê Hannover ê Almanyayê hatin ba hev, li dijî tecrîdê çalakiyêk li dar xistin.

Ciwan tecrîd şermezar kirin û gotin:

Ev 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de Rêberê mirovahiyê, Rêber Apo dîl tê ragirtin û du sal in ku tu agahî jê nayê girtin.

Li hember vê tecrîdê ti sebr û tehemûla me nemayê.

Emê hertim li dijî tecrîdê di nav têkoşînê de bin.

Em bang li hemû ciwanan dikin li dijî tecrîdê qadên têkoşînê geş bikin.”

Çalakiya Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bidawî bû.

Qamişlo-Bi meşekê ciwanan daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan kir

Back to top button