Dewleta Tirk û PDK’ê amadekeriya planeke qirêj li dijî PKK’ê dikin

Hat eşkerekirin ku Dewleta Tirk a dagirker bi PDK’ê re palnên qirêj li dijî PKK’ê amade dikin.

Li gorî agahiyan, wê MÎT’a Tirk û PDK cilên gerîla li hêzekê bikin û bi destê wê hêzê jî li Başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk bînin.

Di dawiyê de jî wê van komkujiyan bixin stuyê PKK’ê û bi vî rengî êrîşeke berfireh li dijî PKK’ê amade dikin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANF’ê bi dest xistine, MÎT’a Tirk û Rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê (Parastin) ji bo planeke qirêj amadekariyê dikin….

Hat eşkere kirin, Parastin û MÎT’a Tirk, ji bo pêkanîna vê planê, beriya du hefteyan li Rîxos Hotelê ya li Duhokê civînek li dar xistin.

Di civînê de planeke berfireh li dijî PKK’ê hate amadekirin.

Ev Plan jî bi vî rengî ye ye:

Hêzeke hevpar ji her du aliyan wê cilên gerîla li xwe bikin.

Ev hêz jî wê êrîşê bibe ser Asayîşa Duhokê û navenda polîsan.

Her wiha wê komkujiyan li dijî sivîl û hin Tirkmenan pêk bîne..

Li gorî agahiyên ku kesekî ku navê xwe eşkere nekir ji Asayîşa Duhokê ji Ajansa Firatê re ragihandiye:

” Endamê buroya Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî bi rêveberiya PDK’ê ya Duhokê û hin serokên eşîran re civînek pêk anî.

Di civînê de îdîa kir ku PKK wê li Behdînanê destwerdana leşkerî bike, zorê bide PDK’ê jî ew dikarin xwe biparêzin, lê belê serokên eşîran wê gelekî zerarê bibînin.

Fazil Mîranî di vê civînê de xwest fikrê ku “PKK wê êrîşî Duhokê bike” bixe serê mirovan û bi vî rengî jî amadekariyê ji planeke hevpar a bi dewleta Tirk re bike.

Di çarçoveya vê planê de jî 200 cilên gerîla, hatine amadekirin.

Mîta Tirk û PDK’ê , bi van cilan wê li Duhokê êrîşî nuqteyên asayîşê û kesayetên girîng ên pêşengiyê ji mûxalefeta li dijî PDK’ê re dikin û hin kesayetên girîng ên Tirkmen bên kirin.

Ev hemû planên qirêj jî wê bixin stuyê PKK’ê….

Çavdêr dibînin ku aramnc ji van planan, êrîşên li dijî PKK’ê rewakirin e.

Li gorî wî kesê ku ji Asayîşa Duhokê ye armanc ji vê planê ev in:

-Wê derbeke mezin li pêşengên mûxalefetê bixin û bi vî rengî li Behdînanê pêşî li mûxalefeta civakî ya li dijî hevkariya Tirkiye-PDK’ê bê girtin.

-Desteka ku li Behdînanê ji bo PKK’ê zêde dibe wê veguherînin dijminatiyeke mayinde.

-Bi êrîşa li dijî kesayetên Tirkmen re wê dewleta Tirk tevlî vî şerî bibe.

-Li nava raya giştî ya hindir û derve wê şerê tifaqa dewleta Tirk-PDK’ê yê li dijî PKK’ê bê rewakirin.

Back to top button