2 ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN LI DÊRAZORÊ HATIN OXIRKIRIN

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El-Neflawî

û Ebdulezîz El-Ewed ‘ê Nîsanê dema erka xwe pêk di anîn şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajaroka Bisêra û gundewarên wê cenazeyên şehîdan ji deriyê ketina bajarokê Bisêrayê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Salih ku di 23’yê Adarê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, eşkere kir.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên hevalên xwe bi sloganan spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button