Grevên birçîbûnê li zindanan, Mexmûr û Yûnanistanê berdewam in

Grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûr û Yûnanistanê, ku ji bo azadiya Rêber Ocalan tên lidarxistin, mezin dibin.

Greva birçîbûnê ku 27’ê Mijdarê bi rengekî bêdem-dorveger ji aliyê girtiyên siyasî ve dest pê kir, berxwedana li zindanan bi koma 10’an di roja 46’an de ye.

Tevî ku zext û êrîş li girtîgehan zêde bûne jî, girtî bi biryar in ku heta encamê werbigirin, çalakiya xwe berdewam dikin.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan li Komeleya Malbatên Şehîdan dest pê kir, di roja 25’an de ye.

Her wiha li kampa Lavrîo ya Yûnanistanê, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 8’an de didome.

Back to top button