Ibrahîm Qeftan: Divê dagirkeriya Tirk a xaka Sûriyê bi dawî bibe

Şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrîşên rojane, xwedî heman nerîn û helwest in. Ev sê roj in li Minbicê konê şermezarkirina êrîşan hatiye vedan. Ji hindirê vê çalakiyê, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan helwesta partiyê eşkere kir û destnîşan ku dewleta Tirk hewl dide impratoriya Osmanî vejîne, lewma divê dagirkeriya Tirk a bo xaka Sûriyê bi dawî bibe. 

Her çi qas cîhan tev li hember êrîşên li ser herêmê bêdeng be, lê şêniyên wê bi hemû pêkhateyên xwe, xwedî helwest û bi-hêrs in.

3 roj in şêniyên Minbicê bi armanca şermezarkirin û rawestandina van êrîşan, kon vedane û bang dikin.

Ji vê çalakiya ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dar xistiye, serokê partiyê Ibrahîm Qeftan tekez kir “divê dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Sûriyê bi dawî bibe.”

Ibrahîm Qeftan armanca sereke ya vê çalakiyê eşkere kir û anî ziman “Çalakî ji bo şermezarkirina dagireriya Tirk û destekdayîna wê ji çeteyên Sûriyê re hatiye lidarxistin.”

Qeftan bi peyamekê daxwaz ji hikumeta Şamê û hemû aliyan jî kir ku bi danûstandin û rûniştina li ser maseyê, vê aloziyê bi dawî bikin.

Em ji vê çalakiya konê şermezarkirinê, ji hemû alî û partiyên li ser axa Sûriyê re dibêjin: Divê em danûstandinan bikin.

Çareserî ji aloziya Sûriyê re, ji bilî rûniştina li ser maseya danûstandinan, nivîsandina destûreke nû ji Sûriyê re, derxistina dagirkeran, nexasim a Tirkiyê ji herêmên me, tune ye.

Qeftan da zanîn “Pêwîst e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xaka Sûriyê werin derxistin û destnîşan kir “Dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî vejîne.”

Dîrok bi paş de venagere, berovajî wê, bi pêş de diçe.

Daxwaza me Partiya Sûriya Pêşerojê, Sûriyek hevgirtî, paytexta wê Şam be. Lê ya giring di çarçoveya rêveberiya pirreng de be, neneavendî û demokratîk be.

Nêzî du mehan e bi dijwarî Eyn Îsa û gundewarên wê ku tijî sivîl in, di bin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de dijîn. Hemû welat, heta bi yên garantor jî, ji xwe re temaşe dikin.

Back to top button