Nûnerê şîayên Şengalê: Me daxwazê xwe ji nûnera yn re ragihand

Nûnera Neteweyê Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir. Nûnerê Şîayên Şengalê û endamê YNK’ê gotin ku wan hemû daxwazên xelkê Şengalê ji nûnera NY re ragihandine, ya dawî jî diyar kiriye ku ew ê daxwazên Şengaliyan ragihînin aliyên peywendîdar. 

Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî-derketina peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgiriya Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya wan a kon di roja xwe ya 41’an li dar e.

Li hember vê berxwedanê duh nûnera Neteweyê Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi hemû aliyên siyasî re civiya.

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd Mehmud El Aracî û nûnerê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Dawid Cidî jî ku tevlî civînê bûbûn, ji ajansa Rojnews re qala naveroka civînê kir.

Seyîd Mehmud El Aracî diyar kir ku wan nerazîbûn û neqebûlkirina peymana li ser Şengalê ji nûnera NY’yî re ragihandine.

El Aracî destnîşan kir ku divê ji her aliyî ve xizmet were kirin, ji ber xelkê Şengalê di 2014’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û teqez kir ku nabe Şengal were pagşuhkirin û bi peymanên qirkirinê heya niha tiştek çareser nebûye.

Nûnerê YNK: Xelkê Şengalê derveyî vîna xwe ti kesî qebûl nakin

Nûnerê Yekîtiya Nîşman ya Kurdistanê-YNK’ê Dawid Cidî ê li Şengalê jî li ser naveroka civînê axivî û got:

Pêwîstiya xelkê Şengalê bi vîna wan bi xwe heye, derveyî vîna xwe ti kesî naxwazin.

Dawid diyar kir ku wan ji nûnera NY Jeanine Hennis re careke din da xuyakirin ku peymana li ser Şengalê hatî îmzekirin, ne di berjewendiya xelkê Şengalê de ye.

Dawid di dawiyê de anî ziman ku wan careke din daxwazên pêkhateyên Şengalê bi nûnera NY re bi par ve kir, wê jî diyar kiriye ku ew ê hemû daxwazên Şengaliyan bigihîne hikumeta Iraqê.

Back to top button