Jineke 74 salî, 5 welatî li Mêrdînê hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, girtin û binçavkirin zêde bûye, herî dawî leşkerên Tirk li Mêrdînê di nav de jinek 74 salî, 5 kes binçav kirin.

Leşkerên dewleta Tirk, di seatên sibehê de, li Gundê Xelîla yê navçeya Kerboranê ya Merdînê bi ser gelek malan de girtin.

Emîne Gevcan (66), kurê wê Hakîm Gevcan (33), Nezîr Dûman (55) û Fihriye Ercan (74) bi hinceta ku lêpirsîn der heqê wan de heye, hatin binçakirin.

Bi heman hincetê, keça Emîne Gevcan Arjîn Gevcan (24) jî li Qoserê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Hat hînbûn ku leşkeran welatiyên binçavkirî, birin Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê.

Back to top button