Putin: Ukraynaya ji danûstandinan direve

Serokê Rûsyayê Putin diyar kir ku divê çareseriya krîza Ukraynayê bi danûstandina pêk bê û got:
“Rejîma heyî ya Ukraynayê ji danûstandinan direve.”

Di lûtkeya Afrîka-Rûsya ya ku li Rûsya yê tê lidarxistin de şerê li Ukrayna jî di rojeva Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de bû.

Putin bal kişand ser girîngiya danûstandinên ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê û got:

“Divê hemû pirsgirêk bi danûstandinan bên çareserkirin, lê pirsgirêk ew e ku danûstandina bi mere red dikin.”

Her wiah Putin diyar kir ku şerê Ukraynayê ji ber gefên li ser ewlekariya Rûsyayê pêk hatiye û ev tişt anî ziman:

“Nakokî li ser bingehê wê ye ku Amerîka û NATO metirsiyê li ser ewlekariya Rûsyayê ava dikin.

Her wiha ew red dikin ku li ser mijarên ewlekariya bi Rûsya re danûstandinan bikin.”

Serokê Rûsyayê di dewamiyê de îdia kir ku Ukrayna, danûstandinan red dike.

Lîderê Wagner Prigojin di lûtkeya Afrîka-Rûsya de!

Back to top button