Tevî nakokiyên navbera rêveberiya Moskow û Wagner jî lîderê wî Prigojin hemwextî lûtkeyê li gel nûnerên Afrîka xuya kir.
Lîderê Wagner Yevgeni Prigojin, di lûtkeya Afrîqa-Rûsya ya li Rûsya tê lidarxistin de hat dîtin.
Wêneyê Prigojin ê balyozê Komara Afrîkaya Navîn Balyozê Freddy Mapouka di çapemeniyê de deng veda.
Wêne li ser Facebookê ji hêla Dimitri Siti ve hatî parve kirin.
Siti berpirsiyarê operasyonên Wagner yê li Komara Afrîkaya Navîn e.
Piştî serhildana Wagner ya Hezîranê de li dijî artêşa Rûsyayê pêk anî de, ev yekem dimenê Prigojin e li nava Rûsyayê ye.
Hevdîtina Prigojin û Mapouka li St. Petersburgê li otela Trezzini pêk hat.
Prigojin hefteya borî jî li Belarusê hate dîtin.
Di vîdyoya ku li ser kanalên Telegramê yên girêdayî Wagnerê hat weşandin de tê dîtin ku Prigojin silavê dide şervanên Wagner û geşedanên dawî yên li eniya Ukraynayê wekî “şerme” binav dike.
Prigojin her weha destnîşan kir ku Wagner dibe ku di paşerojê de dîsa beşdarî şerê Ukraynayê bibe.
Lûtkeya Afrîqa-Rûsya
Di lûtkeya Afrîqa-Rûsya de, rêberê Rûsî Vladimir Putin got:
Ji bo pêşîgirtina li “krîza xwarinê ya cîhanî” em dikarin hinardekirina genimê Ukraynayê ji Afrîkayê re biguherînin, hem di warê arîkariya bazirganî û hem jî ya mirovahî de.
Putin: Em ê 25-50 hezar ton genim bêpere bidin Afrîka
Putin anî ziman ku ew ê di nava 3-4 mehên pêş de 25-50 hezar ton genim bêpere bidin Burkîna Faso, Zîmbabwe, Malî, Somalî, Komara Afrîkaya Navîn û Erîtreyê.
Herî dawî Rûsya ji peymana ‘Korîdora Genim’ a bi navbeynkariya Tirkiye û NY hatibû îmzekirin vekişiya.
Genimê Ukrayna yê bi ser Derya Reş re bo bazara Cîhanê dihate veguhestin piştî vekişîna Rûsya ji peymanê hatiye rawestandin.
Ji aliyê din ve YE ragihand ku ew bawer dikin Putin bi soza genimê belaş ji Afrîkayê re xapandineke.
Komîsyona Ewropî jî dibêje bi egeriyeke mezin wê Rûsya li ser soza xwe bicih neyîne.



