Lûtkeya Rûsya-Afrîka li Petersburgê pêk tê

Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê bi beşdariya 49 dewletên Afrîkayê li bajarê Petersburg ê Rûsyayê tê lidarxistin. Armanc ji lûtkeyê xurtkirina serweriya Rûsyayê li Afrîkayê ye.

Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê di çarçoveya xutkirina têkiliyên stratejîk ên Rûsya-dewletên Afrîkayê de tê lidarxistin.

Moskov jî hewl dide serweriya xwe li parzemîna Afrîkayê ku ji bo gelek dewletên mîna Amerîka, Fransa, Çîn û Brîtanyayê girîng e, xurt bike.

Lûtke du rojan dewam dike.

Di serî de serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û serokê Afrîka Başûr Cyril Ramaphosa, hejmarek rêveberên dewletên Afrîkayê beşdar dibin.

Alîkarê serokê Rûsyayê yê karûbarên navneteweyî Yuri Ushakov da zanîn ku ji 54 dewletan, 49 dewletên Afrîkayê, 17 serokên dewletan, serokên Komîseriya Yekîtiya Afrîkayê û Banka Afrîkayê beşdar dibin.

Ev lûtke çend roj piştî vekişîna Rûsyayê ji peymana dexlûdanan pêk tê, ku wê yekê dewletên Afrîkayê bi fikar kiribû.

Her wiha çend hefte piştî şerê navbera koma Wagner û serokê Rûsyayê tê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yekem civîna Rûsya-Afrîkayê 23-24`ê Cotmeha 2019`an li bajaêr Soçî yê Rûsyayê hatibû lidarxistin.

Back to top button