Artêşa Nîjer piştevaniya darbekaran kir

Serokê Fermandariya Nîjer piştevaniya xwe ya bo darbekaran ragihand û got: Ew ji şereke kujer dur dikevin.

Serokomarê Nîjer Mihemed Bazûm doh ji aliyê parêzvanên wî ve hate binçavkirin.

Di roja duyemîn a binçavkirina Bazûm de rewş êdî zelaltir dibe.

Artêşa Nîjerê tevî bertekên zêde yên di qada navnetewî de, piştevaniya xwe ya ji bo darbekaran ragihand.

Serokê Sererkaniya Artêşa Nîjer Abdou Sidikou Îsa got:

“Armanca Serfermandariya Giştî ew e ku pêşî li pevçûnên kujer di navbera hêzên cuda de bigire.”

Li paytext Nîameyê alîgirên darbeyê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.

Hat dîtin ku hin xwepêşander alayên Rûsyayê hilgirtine.

Nîjer ya li rojavayê Afrîkayê ye, yek ji welatên herî dawî yên li Herêma Sahelê ye ku bi welatên Rojavayî re xwedî têkliyek xurt bû.

Li welatên cîran Malî û Burkîna Faso, artêşê ji sala 2020’an ve bi derbeyan desthilatdarî bi dest xist.

Di dawiyê de, li Nîjerê, parêzvanên serokomar saetên despêkê ya 27’ê Tîrmehê derbeyek pêk anîn û Serok Bazûm, yê 2021’an bi hilbijartinek demokratîk dest bi kar kir, binçav kirin.

Bazoum 63’ê salî, piştî serxwebûna Nîjer ya 1960’an ji Fransa bidest xistî, yekem rêveberê welate ku bi rêya demokratîk hatî li ser deshilatê.

Bi alên Rûsya piştevaniya bo darbekaran

Nûçegihanên AFP’ê ragihandin ku sibeha şeva daxuyaniya navborî, li nêzî paytext Niamey bi 100 kîlometreyî xwepêşandanên bo piştevaniya darbekaran hatiye kirin.

Di xwepêşandanan de jî alên Rûsya hatine hildan.

Ji welatên Rojava piştevaniya bo Serokomar Bazûm

Di serê de NY û welatên Rojavayî piştevaniya xwe ya ji bo Serokomar Bazûm tînin ziman.

Wezareta Karê Derve ya Frans dibêje hîna darbe tam bi encam nebûye.

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) bang li leşkerên derbeker kir ku “demildest mafên mirovan ên bingehîn vegerînin û zirarê negihînin gel”.

Nîjer di şerê li dijî DAIŞ’ê de weke hevalbendê herî girîng ê dewletên rojavayî dihat dîtin.

Çarenûsa leşkerên Amerîka, Fransa û Almanya ya li Nîjerê nediyar e

Darbekarên leşkerî yên li Malî daxwaza vekişîna hêzên navneteweyî kir.

Niha li Nîjerê hezar û 100 leşkerên Amerîkayê û hezar û 500 leşkerên Fransayê hene.

Her wiha nêzî 100 leşkerên Alman jî li welêt bi cih bûne.

Li Nîjerê darbeya leşkerî

Back to top button