Ji bo Şîeyan îro ‘Roja Aşûra’ ya girêdana şînê ye

Ji bo Şîeyan îro ‘Roja Aşûrayê’ ye. Li gorî baweriya Şîe ew hewil didin bi vê yekê re xwe li hember wefata Îmam Huseyn bidin efû kirin.

Bi milyonan kes ji mezheba Îslamê ya Şîe îro bi boneya roja Aşûra li seranserê cîhanê şînê digirin.

Li gor salnameya Hicrî 10’ê Muherremê weke roja şînê tê nasînê.

Ji ber vê yekê welatên ku Şîe lê dimînin bi boneya roja Aşûrayê li mizgeft û meydanan kom bûn.

Bi taybetî jî li Îranê ku hêjmara herî zêde a Şîeyan lê dimînin şîn tê girtin.

Bi heman awayî li Iraq, Efxanistan û Pakistanê jî Şîe bi boneya roja Aşûrayê şîn digirin.

Ji ber ku îro wek roja şînê tê hesibandin.

Şîeyên bawermend van rojan kuştina Îmam Huseynê neviyê pêxember Mihemed bi bîr tînin.

Îmam Huseyn di sala 680 de di şerê Kerbelayê de şehîd bû.

Di wê demê de li ser rewabûna xîlafeta pêxember Muhemmed nakokî derketin û di dawiyê de du mezhebên sereke yên Îslamê Sunnîtî û Şîetî derketin holê.

Piştî wê yekê jî bawermendên Şîe xwe li hember wefata Îmam Huseyn guneh kar dibînin.

Lewma di roja Aşûrayê bi dua û şînê êşên di wê rojê de bi bîr tînin.

Hin ji wan jî bi zîncîran li xwe didin.

Yan jî bi şûran xwe birîndar didin û hewil didin bi vê yekê re xwe bi Îmam Huseyn bidin efûkirin.

Lê niha kar anîna şûran li Îranê hatiye qedexe kirin.

Back to top button