Li Minbicê pêngava li dijî hişbirê hat destpêkirin

Yekîtiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan û Werzîşê li dijî hişbirê li Minbicê pêngavek dan destpêkirin.

Derbarê destpêkirina pêngavê de ji hêla hevseroka Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Minbicê Sara Elcasim daxuyaniyek hat dayîn.

Hate diyar kirin rewşa civakî ya xirab û zehmetiyên ku tên jiyîn dibe sedem ku hin kes û ciwan berê xwe bidin madeyên hişbir.

Ji civakê û bi taybetî ji ciwanan hate xwestin ku li hemberî vê rewşa metirsîdar xwe berpirsiyar bibîne.

Bang li aliyên peywendîdar, hêzên ewlekariyê û malbatan hat kirin ku li hember belavbûna madeyên hişbir hişyar bin.

Back to top button