Lîbya: Ji ber pêketiyên zêde yên vîrûsê li Tûnisê derî ji bo demek kin hat girtin

Ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa Corona li Tûnisê, Lîbyayê sînorê welatê xwe girt. Ev yek jî piştî diyalogên herdû welatan li ser girtina sînor ji bo demekê kin, pêk hat.

Li Tûnisê, ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa Coronayê rewş welat aloze.

Hikumeta welat ketiya nava hewldanên kêmkirina pêketiyên vîrûsê.

Serokatiya Tûnisê daxuyaniyek nîviskî da û ragihandin ku Serokomarê Tûnisê Qayîs Saîd bi Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe re pêwendiyeke telfonê pêk aniye.

Di pêwendiyê de li ser têkiliyên herdû welatan, rewşa tenduristî ya li Tûnisê û girtina sînor, hatiye nîqaş kirin.

Qaîs Saîd diyar kir ku helwesta hikumeta Lîbyayê ” Biratî “ye û kûrahiya têkiliyên xurt ên herdu welatan û gelên wê nîşan dide.

Ebdulhemîd El-Debîbe jî da xuyakirin ku wezîrên tendurestiyê yên her du welatan der barê girtina sînor de bi hev re di nava kordîneyê de ne û got,

“girtina sînor ji ber rewşa tendurestî ya li Tûnisê pêk hatiye û ev biryar ji bo demeke kurte.”

Lîbyayê duh biryara girtina sînor bi Tûnisê re ji bo heftiyekê ragihand.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendurestî ya Tûnisê heta niha ji ber vîrsûsa Coronayê 16 hezar û 50 kes jiyana xwe ji dest dane.

481 hezar û 735 kes bi vîrsûrê ketine û 378 hezar û 917 jî başbûne.

Li gorî daneyên 24 saetên derbasbûyî, 9823 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Ji despêka belavbûna vîrûsê ve, jimarê herî bilind yê li welat hatiye tomar kirin.

Back to top button