QSD′ê nasnameya şervanekî eşkere kir

QSD′ê nasnemaya şervanekê xwe ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Dirbêsiyê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Sufyan Ebas El Ehmed ku li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû eşkere kir û got:

“Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên şer de hevrêyê me Sufyan Ebas El Ehmed şehîd bû.

Ger dagirkeriya Tirk texmîn dike ku fedekariya şehîdên me wê bê bersiv bimînin, ew xeyal dike, mîna bersivên berê em ê vê carê jî bi tundî bersivê bidinê û wê tola me ji bo şehîdan dereng nemîne.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Reşo Qamişlo
Nav û paşnav: Sufyan Ebas El Ehmed
Navê dê: Kemre
Navê bavê: Ebas
Cih û dîroka jidayikbûnê: Xezne Xirmiz, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Dirbêsiyê, 20′ê Mijdarê, 2022′yan

Back to top button