Rûsya bajarê Odessa yê Ukrayna jihev xist

Artêşa Rûsya, heyfa êrişa li ser pira Kirimê ji bajarên Ukrayna re derdixe.
Rûsya şevê din bê navber bi balafirên şer êrişî bajarê Odessa kir.
Rêveberên Ukrayna êriş weke “şeveke mîna cehnemê bû” pênase kirin.

Rûsya di şeva duyemîn de êrîşên xwe yên hewayî yên dijwar li ser bajarê Odessa yê Ukraynayê dewam kir.

Berdevkê Rêveberiya Leşkerî ya Odessa Serhiy Bratchuk, di peyama dengî ya ku îro weşand de, êrîş wekî “gelek bi hêz, bi rastî mezin” binav kir.

Bratchuk anî ziman ku agahiyên derbarê ziyan û kuştî û birîndaran de wê piştre derkevin holê.

Êrîşên li ser Odessa, ku yek ji benderên sereke yên Ukrayna ji bo hinardekirina genim e, piştî êrîşên roja Duşemê li ser pira ku Rûsya bi Nîvgirava Kirimê ve girê dide hatin.

Moskow ya Ukrayna berpirsê êrişa ser pirê didît, soza tolhildanê da.

Waliyê Odessa Oleg Kiper danê sibê got;

Ew “êrîşeke mezin” bû û ji gel xwest ku li stargehan bimînin.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku wan avêtina moşekên Kalibr ji Deryaya Reş tespît kiriye, lê hûrgilî nedan.

Li dehan herêmên Odessa hişyariya êrişên hewayî hat dayîn

Ne tenê li Odessa, lê li seranserê Ukraynayê hişyariyên êrîşa hewayî ya bi şev li gelek deveran hatin dayîn.

Paytext Kîev jî di nav de herêmên cuda bûn hedefa êrîşên balafirên bê mirov.

Piştî teqîna pira li Kirimê, Rûsyayê ragihand ku ew ji peymana korîdora genim vekişiyaye.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku girtina korîdora genim, xetereya birçîbûna cîhanê çêdike.

Li baregeha leşkerî ya Rûsyayê şewat derket

Li aliyekî din, agir bi baregeheke perwerdeyê ya li Kirimê ket.

Bêtirî 2 hezar kes ji herêmê hatin durkirin.

Rûsya 2014’an Kirim kontrol kiribû û bi xwe ve girêdabû.

Hat ragihandin ku ji ber şewatê rêya bejahî ya li derdorê jî hatiye girtin.

Waliyê Kirimê Sergey Aksyonov ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, wiha got:

“Plansaziya valakirina demkî ya 4 wargehan tê kirin ku ev jî tê wateya bêtirî 2 hezar kesî.”

Kanalên Telegramê yên girêdayî servîsên ewlehiyê yên Rûsya û medyaya Ukraynayê agahiyek parve kir ku piştî êrîşa hewayî ya Ukraynayê ya şeva borî, depoyeke cebilxaneyê li baregehê şewitî.

Lê belê ev agahî heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

Ukrayna êrişa li dijî Pira Kerç li xwe girt

Back to top button