Ukrayna êrişa li dijî Pira Kerç li xwe girt

Artêşa Ukrayna êrişa li ser Pira Kerç ya Kirimê li xwe girt.
Rûsya jî dibêje, wan beşek yê pirê çêkirine û niha kar dike.
Hemwextî vê yekê, Serokê Ukrayna Zelensky ji bo korîdora genim jî got;
Bê Rûsya peymana korîdora genim dikare pêk were.

Hikumeta Rûsyayê ragihand ku pira welat bi Kirimê ve girêdide rojek piştî êrîşa li dijî wê bi qismî vebû.

Rayedarekî ragihand ku li Pira Kerçê trafîka wesayitan bi rêyekê despê kir.

Di êrişa ku artêşa Ukrayna bi balafirên bêmirov pêk aniyî de jinekî jiyana xwe ji dest da û keça wê jî birîndar bû.

Piştî bêdengiyekê artêşa Ukrayna jî êrişa li dijî pirê li xwe girt.

Putin: Artêşa Rûsya wê bersiv bide

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîş şermezar kir û ew wekî “êrîşa terorîstî ya li ser xelekek girîng a veguhestinê” bi nav kir.

Putin got, Artêşa Rûsyayê dê bersivê bide.

Rûsya: Beşeke pira kerç hat vekirin

Alîkarê Serokwezîr Marat Huşnullin ê ku dîmenên wesayîtan ên ji ser pirê derbas dibin belav kir û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di nîvê meha Îlonê de trafîk bo herdû xetên rê bê vekirin.

Pira Kerçê di sala 2018’an de ji bo veguhestina bejayî di navbera Rûsya û Kirimê de hatibû vekirin.

Moskow di sala 2014’an de piştî referandûma ku ji aliyê civaka navneteweyî ve nehat naskirin, Kirim tevlî xaka xwe kir.

Hat destnîşankirin ku rêya hesinî ya li ser pirê zirar nedîtiye.

Ji dema êrişa Rûsya ya li ser Ukraynê ve, pir bi roleke sereke ya veguhestina artêşa Moskowê radibe.

Beriya niha jî di meha Cotmehê de êrişî pirê hatibû kirin.

Piştî êrişê û çareserkirina ziyanên wê, di meha Sibatê de bi temamî careke din vebû.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zakarova bê ti delîlekî pêşkêş di pişt perdeya êrişê de DYA û Brîtanyayê sûcdar kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî diyar kir ku ti pêwendiya êrîşê û vekişîna welatê wî ji peymana genim nîne.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres tekez kir ku bi sed milyonan kesên ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne “berdêla derketina Rûsyayê ji peymanê didin”.

Guterres soz da ku NY wê hewildanên xwe bidomîne da ku sewqiyata berdewam a xurek û gubre ji Ukrayna û Rûsyayê bo bazarên cîhanî dewam bike.

Zelensky: Peymana ‘Korîdora Genim‘ bê Moskow jî dibe

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî got:

Peymana ‘Korîdora Genim’ bê Rûsya jî dikare dewam bike.

Back to top button