Biden herî dawî hevdîtina bi Netanyahu re erê kir

Serokê Amerîka Biden yê koalîsyona Netanyahu weke koalîsyona herî nîjadperest binav dikir, ji dema hati ser deshilatê û heta niha vexwendiname jêre neşandibû.
Herî dawî Biden hevdîtina rûbirû ya li gel Netanyahu erê kir.
Netanyahu ji bo Waşîngtonê hat vexwendin.

Piştî çend mehan alozî, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden razî bû ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Pêşniyar berî serdana Serokê Îsraîlî Îshaq Herzog bo Koşka Spî hat kirin.

Biden heta niha deshilata Netanyahu ya salaborî hatî ser deshilatê venexwendibû.

Her wiha wî hikumeta Netanyahu, wekî yek ji hevbendiyên herî tundrew ên nîv sedsala borî binav dikir.

Reforma dadwerî ya binakok û polîtîkayên niştecihbûnê yên êrîşkar ên hikumeta Îsraîlê li Waşingtonê rastî nerazîbûnan ​​hat.

Di daxuyaniya Ofîsa Netanyahu de hat ragihandin ku vexwendname piştî pêwendiyeke dûr û dirêj a bi telefonê ya bi Biden re hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Serokwezîr dawetname qebûl kir û ji bo diyarkirina hûrgiliyan bi ekîbên Îsraîlî û Amerîkayê re li hev kirin.”

Berdevkê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka John Kirby got;;

Lîderan li hev kirine ku beriya dawiya salê bicivin.

Biden di hevpeyvîneke ligel CNN ya destpêka mehê de got:

“Ew li ser pirsgirêkan di yek ji hevbendiyên herî tundrew ên ku min nedîtiye de, dixebite.”

Dema ku jê hat pirsîn ka çima wî Netanyahu vexwendî, Biden bersiv “Waşington kanalên sereke yên ragihandinê yên mîna Herzog hene” da.

Back to top button