Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Girê Spî û Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Di topbarana ser gundên Girê spî de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê hîn berdewamin..
Dagirkeran gundê Reqas, Ebu sira û sîwan yên Grê Spî bi dijwarî topbaran kir.
Li gundên Girê Spî 3 kesen jiyana xwe ji dest da û birîndar jî hene
Di topbarana ser gundê Reqas de zarokê 10 salî Weyîs Mihemed Weyîs di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûye.
Her weha navbera gundê Cêşan û Qeremox yên kobanê jî hat topbaran kirin.
Heman dagirkerî, gundên Gozeliyê û Şêx Elî yên bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Doh jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Eyn Îsa, Til Temir, Kobanê û Şehbayê kirin.