Şêniyên navçeya Holê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kirin û diyarkirin ew ê li rex Hêzên QSD’ê bersiva dagirkeran bidin.
Meclisa navçeya Holê der barê geşedanên dawî û êrişên dagirkeriyê de civînek ji gel re li dar xist.
Bi dehan ji şênî, şêx û rûspiyên eşîrên ereb û endamên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.
Di civînê de Hevseroka Meclisa navçeya Holê Vîdan Sîdo axivî û bal kişand li ser êrişên dewleta tirk ên 20”ê Mijdarê û got:
“Armanca dewleta Tirk di êrişên xwe de derbkirina projeya Rêveberiya Xweser û koçberkirina şêniyên herêmê ye.”
Vîdan diyar kir ku divê gelê herêmê yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin da planên dewleta Tirk têk biçin.
Şêniyan jî piştrast kirin ku wê hevgirtin û yekîtiyê xurttir bikin û bi hêzên QSD’ê re parastinê bikin.