Li Şehba û navçeya Amûdê ji bo 3 gerîlayên HPG’ê ku di demên cuda de şehîd bûbûn, merasmên xiyabî hatin li darxisitin.
Gerîlayên HPG’ê Milîtan Cûdî û Avent Andoq di dem û dîrokên cuda de li herêmên parastina Medya şehîd bûbûn.
Îro bi tevlîbûna sedan şêniyên Şehba û koçberên Efrînê herdu gerîlayên şehîd bi merasîmeke xiyabî li navçeya Ehdasê hatin bibîranîn..
Şehîd Cemal Amûdê bi merasîmeke xiyabî li Amûdê hat bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê jî li ber mala gerîlayê şehîd Cemal Amûdê merasîmeke xiyabî li dar xist.
Bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û teqez kirin ku ew ê bi berxwedanê û şopandina rêya şehîdan bighêjin serkeftinê..
Gerîlayê HPG’ê Cemal Amûdê 29’ê Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.