Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî

Li herêmên dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand û zarokek li Girê Spî kuşt.

Piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, aramî û ewlehî li van herêman nema.

Bi taybet li Efrînê, heta niha bi hezar sûc li hember çand, xweza û mirovên wê hatine kirin.

Çeteyan gorên Êzîdiyan ên li gundê Basofan xerab kirin

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê çeteyên dewleta Tirk kêlên gorên Êzidiyan yên li gundê Basofanê ya navçeya Şêrawa şikandin û wêran kirin..

Ev kiriyar jî beriya cejna Êzî bi rojekê pêk hat ku di vê rojê de Êzidî serdana gorên miriyên xwe dikin.

Çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Cîger ji navçeya Bilbilê revandin

Her wiha bûyerên revandina welatiyan jî li Efrînê bi hincetên cuda dewam dike.

Welatiyê bi navê Cîger Fetah yê ji gundê Eşûna Bilbilê ve ji aliyê çeteyan ev 20 rojin hatiye revandin û heta niha agahî li ser wî nayên girtin..

Serdegirtina malan ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve dewam dike

Li gorî Efrîn Post jî çeteyên Heyet Tehrîr El-şam pêngava serdegirtina malên kesên girêdayî çeteyên Cebha El-şamiya ku dane destpêkirin didomînin.

Ji ber kuştina zarokekî ji eşîra Begara alozî li Girê Spî didome

Li aliyekî din, 15’ê vê mehê li Girê Spî ya dagirkirî çeteyên dewleta Tirk zarokê bi navê Muitez Ebdî (17) kuştin..

Ev zarok ji eşîra Begara ye û ji aliyê çeteyê bi navê Mihemed Xelîfe ku endamê koma çete ya bi navê Sultan Murade hatiye kuştin.

Li ser vê bûyerê, hêrsa eşîra Begara zêde bû û dor li girtîgeha Girê Spî girtin.

Eşîrê xwest çeteyê ku kurê wan kuştiye were radestkirin, lê ev çete ji aliyê vê komê ve ber bi Serêkaniyê ve hatiye revandin..

Li gorî agahiyan, ev zarok, ji ber dewa heqdestiya xwe ya li kargeha Pembo kirye hatiye kuştin..

Lewra eşîrê agir bi kargeha pembo jî xistin û alozî li herêmê didome..

Back to top button