Eşîra Begara girtîgeha Girê Spî dorpêç kir!

Li herêmên dagirkirî tevliheviya ku heye dewam dike.
Hate ragihandin çeteyekî Tirkiyê kurek ji eşîra Begara kuştiye.
Li hember vê bi dehan kes ji wê eşîrê girtîgeha Girê Spî dorpêç kirin.
Û xwestin çeteyê ku kurê wan kuştiye xwe radest bike. 

Li gorî ANHA’yê 15’ê vê mehê li Girê Spî zarokê bi navê Mutez Ebdî (17) hat kuştin.

Hat zanîn ku ev zarok ji eşîra Begara ye û ji aliyê çete Mihemed Xelîfe ku endamê koma çeteyan Sultan Murade ku ev kom girêdanbûna xwe bi Tirkiyê ve tê nasîn, hatiye kuştin.

Li hember vê, eşîra Begarayê bi hêrs bû û bi dehan kesan girtîgeha Girê Spî dorpêç kir.

Eşîrê xwest çeteyê ku kurê eşîra wan kuştiye, xwe radest bike.

Hat ragihandin ku sedema kuştinê nakokiyên li ser heqedestiya karê di kargeha pembo de ye ku zarok tê de dixebite.

Hate gotin ku eşîra Begera kargeha pembo ya ku ji aliyê çeteyekê ve tê birêvebirin şewitandin.

Back to top button