Yekitiya Bijîşkên Diranan a Kantona Hesekê bi dirûşma “Em ê bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hêviyê xurt bikin” konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Yekitiya Bijîşkên Diranan a Kantona Hesekê konferansa xwe ya duyemîn li hola TEV-DEMʹê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dehan bijîşkên diranan ên ji bajarê Hesekê, navçeyên Şedadê; Hol, Zirgan, Til Temir, Hesekê û Dirbêsiyê û Serêkaniyê û nûnerên TEV-DEMʹê beşdarî konferansê bûn.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Rojhat Mihemed lidarxistina konferansê pîroz kir û got:
” Divê her ferdek xwe bi rêxistin bike, karê xwe pêş bixîne û hevgirtina xwe xurt bike.”
Piştî xwendina rapora salane û rêziknameyê ji bo diyarkirina hevserokên nû hilbijartin hate kirin.
Di encama hilbijartinê de Ramenda Îsa û Memo Xelîl wekî hevserokên nû yên yekitiyê hatin hilbijartin.